1. Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî ehmedê xanî û feqiyê teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin. |
|
06.08.2013 05:44 |
endazer
|
2. nivîskarê kurd û cizîrî abdusamet yiğit yê xweyê pirtûka bi navê melayê cizîrî ya ku di tîrmeha sala 2013an de li berlÎnê ji aliyê weşanxaneya hanê ve çap bûye û belav bûye de derheqê jiyan û jînenîgariya melayê cizîrî de wiha dibêje: |
|
06.08.2013 05:50 |
endazer
|
3. helbestek ji dîwana mellê ku tê de wesfê botan û kurdistanê jî tê dayîn ligel selwayê.. |
|
06.08.2013 05:52 |
endazer
|
4. |
|
07.08.2013 23:14 |
kelha bayê
|
5. belkû ji selwaya xwe re gotibe lê divê kurd hemû baş guhê xwe bidin van herdu ristên wî: |
|
17.08.2013 00:42 |
endazer
|
6. wekî jan dost jî dibêje dîwana kurmancî bi melayê cizîrî dest pê dike. lew, di destê me de dîwaneke wekî ya wî rêkûpêk tune. belkî bên dîtin lê roja îro mela destpêka edebiyata klasîk a kurmancî ye. herwiha serkeftîtirîn hostayê 'erûzê ye. |
|
20.08.2013 19:32 |
terkexem
|
7. şîîrê ey hetê qelîteyê edebîyatî ra gelek berz ê. qiyasê hafizê şîrazî yê farisan bîyo. o bixo yew şîîra xo de vano: |
|
12.09.2013 03:15 |
kurdane
|
8. strana zubeyîr salîh ya bi navê sebahul-xeyr helbesta melêyê vîdyoyê veke |
|
04.11.2013 19:18 |
diljan
|
9. di edebiyata kurdî de du sembol heye melayê cizîrî û ehmedê xanî |
|
24.12.2013 14:50 |
xasê
|
10. ji dîwana wî çend bend bi navê 'dil ji min bir' ji hêla koma muzîkê hîvronî ve hatiye bestekirin. straneke qenç jê çêbûye.. |
|
24.12.2013 16:23 |
mîrêhekarya
|
11. li gor hin baweriyan yÊn ku li ser hev çil rojan mela bixwine yÊ di agirÊ evÎnÊ de bişewite. |
|
25.12.2013 11:39 |
xelîlêzer
|
12. heçkû ji bo xwe nivîsandiye. wirov nikare ji nav helbestên wî derkeve. ji bo wê ez demekî beşdarî civatên dîwana melayê cizîrî dibûm li wir dihate fêhmkirin lê bi tena serê xwe min dîsa tuştek fêhm dedikir. ji ber ku çar zimanan nizanim û gellek kesên din jî çar zimanan nizanin. şûnde jî dibêjin çima kes nivîskarên kurd naxwîne û ew nivîskar di dîrokê de wenda dibin |
|
15.05.2014 12:47 |
renas
|
13. ''Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin, |
|
31.05.2014 21:12 |
endazer
|
14. yek ji kanonên edebiyata kurdmancî ye. |
|
19.03.2015 00:37 ~00:38 |
seydayê_peyvan
|
15. Sureta tîn ayet 4.(bnr) |
|
27.05.2015 00:07 |
nezan
|
16. melayê ez di derbarê wîda pir tiştek nizanim lê dibe ji cizîrêbe * henek li dera hanê ez di gumanadame ku helbestên melayê cizîrî yên wî nekiribin jî bi dehan kesê wekî wî helbestê wan tirka ereba farsa hinda kirine û vergerandine jixwere kirine mal. |
|
27.05.2015 09:08 ~2016.04.01 02:11 |
shorbevan
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |